DEM Partî: Em ji bo çareseriyeke aştiyane amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî ragihand ku Doza Kurdan êdî sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye û ji bo çareseriyeke aştiyane ew amadene roleke çalak û avaker wergirin.

Endamên Desteya Birêvebir a Navendî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di bin serokatiya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari civiyan.

DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de amaje bi pêwîstiya çareserkirina Doza Kurdan kir û bangî partiyên mixalefetê û rêxistinên civaka sivîl kir ku beşdarî wê pêvajoyê bibin.

DEM Partiyê bi bîr xist ku ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an û vir ve di nava raya giştî, qada siyasî û çapemeniyê de nîqaşên têkildarî Doza Kurd dest pê kirine û  diyar kir ku amadene ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke çalak û avaker wergirin.

“Parlamentoya Tirkiyeyê cihê çareseriyê ye”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “DEM Partî ku kar û xebatên xwe di qada siyaseta demokratîk de berdewam dike, parlamentoya Tirkiyeyê wekî cihekî çareseriyê û diyalogê dibîne.

Em doza çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin.

 Pirsgirêka herî bingehîn a ku divê Tirkiye çareser bike pirsgirêka Kurd e. Asta ku pirsgirêka Kurd îro gihîştiye, çareseriya demokratîk û aştiyane ferz dike.

Geşedan jî nîşan didin ku pirsgirêk demek dirêje ji sînorên welat derketiye û bûye herêmî û cîhanî.

Kesê ku li paşeroja demokratîk û hevpar a welat difikire, di rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn de nikare çavên xwe ji vê rastiyê re bigire.”

“Divê ev çareserî li ser esasê beşdarbûna hemû beşên civakî be”

DEM Partî tekez kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û ji bo aştiya civakî bi her awayî amade ye ku rola çalak û avaker bigire milê xwe û got:

“Divê ev çareserî li ser esasê beşdarbûn û lihevkirina hemû beşên civakî be.

Aştiya civakî encax bi vî awayî pêkan e.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi avakirina komareke demokratîk a ku jiyana bi hev re û wekhev diparêze û her kes xwedî çand, ziman, nasname û baweriyên cuda bi azadî bi mafên hemwelatîbûna wekhev tê de bijî, pêkan e.”