ENQERE - DEM Partî dê li ser Pirsa Kurd û qeyûman bicive
Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partî dê ji bo nirxandina pêşhatên dawî yên wekî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, Pirsa Kurd û “Mafê Hêviyê” bicive.
Meclisa Birêvebiriya Navendî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro ji bo nirxandina çend pêşhatên girîng ên di rojevê de dicive.
Li gorî zanyariyan dê di civînê de mijarên wekî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê, nîqaşên li ser Pirsa Kurd û “Mafê Hêviyê” yê ji bo Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan werin nirxandin.
Civîna Meclisa Birêvebiriya Navendî dê saet 10:00an bi serokatiya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê dest pê bike.
Di civînê de her wiha dê nîqaşên ku piştî silava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li DEM Partiyê dest pê kirine werin gotûbêjkirin.
4ê Çiriya Paşînê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin kirin.
Berpirsên DEM Partiyê dê di civînê de rewşa qeyûman bi berfirehî gotûbêj bikin û dê balê bikişînin ser pêşhatên neyînî yên ku ji ber tayînkirina qeyûman derketine holê.
Her wiha tê gotin ku dê DEM Partî li dijî qeyûman planeke nû jî gotûbêj bike.
Tê pêşbînîkirin DEM Partî derbarê helwesta xwe ya di rojên pêş de biryarên girîng bistîne.