Li Enqerê zilamekî hevjîn û du zarokên xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî
Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereyê zilamekî ku pirsgirêka wî ya hevberdanê bi hevjîna xwe re hebû, hevjîn, keç û kurê xwe kuştin û piştre bi darvekirinê dawî li jiyana xwe anî.
Bûyer îro danê sibê, 9ê Cotmeha 2022an, li taxa Çamelkê ya navçeya Altindagê ya ser bi navenda Enqereyê ve rû da.
Tohmetbar ku heta niha navê wî nehatiye belavkirin, çûye cem hevjîn û zarokên xwe ku di malekê li heman taxê de niştecih bûn. Piştî deriyê malê dişkîne bi kêrê hevjîna xwe û her du zarokên xwe kuştin. Herdu zarokên wî ku keç û kurek bûn temenê wan 9 û 12 salî bûn. Wî piştre xwe bi darve kir û dawî li jiyana xwe anî.
Piştî ku cîranên bûyerê pê hesiyan, polîs û tîma hawarçûnê a 112 hatin agahdarkirin û çûn cihê bûyerê û cenazeyên 4 kesan li malê dîtin.
Piştî lêkolînan li cihê tawanê cenazeyên qurbaniyan bo dadpizîşkiyê hatin veguhastin.
Li gor agahîyan, pirsgirêk di navbera hevjînan de hebûn û gihîştibûn qonaxa hevberdanê û fermana ji hevdûrketinê hatibû dayîn.
Polîsên Enqereyê derbarê buyerê de lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.