Li 12 bajaran 33 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li 12 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 33 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 12 parêzgehan li “dijî rêxistinê” operasyona “Gurz-13” hatiye kirin.

Di operasyona ku bi “hinceta PKKyê” hat kirin de li parêzgehên Riha, Wan, Êlih, Dîlok, Xarpêt, Erzingan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Antalya, Edîrne, Stenbol, Mêrsîn û Muglayê yên Tirkiyeyê 33 kes hatin desteserkirin.

Yerlîkaya diyar kir, 33 kes bi tohmeta ku “berê di nav PKKyê de bûne, propagandaya PKKyê kiriye, hewl daye bi rêyên qaçax biçin derveyî welat, beşdarî xwepêşandanan bûne, bi navê PKKyê êrişî kargeh û cihên din kirine” hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedar û çalakvanên Kurd desteser dikin.