Derbarê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîna artêşa Tirkiyeyê!

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgin Tanrikulu Lêpirsîn Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Sezgîn Tanrikulu de ji ber axaftina wî ya di kanaleke televizyonê de lêpirsîn da destpêkirin.

"Doz yekalî bûye"

Sezgîn Tanrikulu duh di bernameyeke TV100ê de diyar kir ku Tirkiye bi avêtina 15 welatiyan a ji helîkopterê tohmetbar e û  got:

“Doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirk gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye."

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kir ku ji ber wan gotinên Tanrikulu bi îdiaya “Biçûkxistina gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û Sazî û Dezgehên Dewletê" lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst