Li Deryaya Egeyê belema koçberan bin av bû: 7 koçber mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê belema koçberan bin av bû û di encamê de 7 koçberan canê xwe ji dest da û yek jî winda ye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li devera Karaadayê ya navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê ji aliyê masîgiran ve termê koçberekî di nav deryayê de hatiye dîtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê dîmenên rizgarkirina koçberan jî belav kir.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku li ser agahdarkirinê tîmên Ewlehiya Peravan çûn deverê û li wê deverê xebatên lêgerînê da destpêkirin.

19 koçber hatin rizgarkirin

Bi gotina Yerlîkaya di encama xebatên lêgerînê de termê 7 koçberan ji deryayê hatin derxistin û 19 koçber jî hatin rizgarkirin.

Yerlîkaya herwiha diyar kir ku yek ji koçberên wê grûba winda ye û xebatên lêgerînê ji bo dîtina wî berdewam dikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê got:

 “Rû bi rûbûna me li gel wam kesan bê navber berdewam bike ku bazirganiya hêviyî dikin û bi vê yekê jî dibin sedema mirina pitik, zarok û mirovên bêguneh.  

Heta niha derbarê nasnameya wan koçberên bi mirî û zindî ji deryayê hatien derxistin ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Rêyên deryayî yên Tirkiyeyê van salên dawî bûne rêyên sereke yên koçberên ji welatên Asya û Rojhilatanavî da ku xwe bigihînin welatên Ewropayê.”