Di pevçûna mîratê de 4 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li naçeya Pendîkê ya Stenbolê di pevçûna mîratê ya navbera malbatê de ji ber gulebarana çekdarekî 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Duh êvarê li navçeya Pendîkê di navbera malbatekê de li ser nakokiyên mîratê pevçûn derket.

Piştî ku pevçûn mezin bû kesekî çekdar gule li endamên malbatê reşandin û di encamê de 4 kes hatin kuştin 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîsan bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Hate ragihandin kesê ku gule reşandiye ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.