Selvî: Dadgeha Bilind biryar daye Ayasofya bibe mizgeft

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û nivîskarê Tirkiyê Abdulkadir Selvî ku weke kesekî gelek nêzîkî AK Partiyê û hikûmetê tê naskirin, dibêje ku Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryar daye ku Ayasofya bibe mizgeft û deriyên wê ji bo nimêjê bêne vekirin.

Abdulkadir Selvî ku kunciknivîsê rojanmeya Hurriyet a Tirkiyê ye, di nivîsa xwe ya îro de bi sernava gelo Dadgeha Bilind, biryara Ayasofyayê da?, behsa vê mijarê kiriye û îdia kiriye ku Daîreya10 a Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryar daye ku deriyê  Ayasofya li ber îbadetê bê vekirin.

Selvî heriwha diyar kiriye, ku biryar e Dadgeha Bilind a Tirkiyê sibê Înê 10ê Tîrmehê biryara xwe ya derbarê Ayasofya de aşkere bike. Selvî di vê bareyê de gotiye: Di têkoşîna ji bo Ayasofyayê de sibe rojeke dîrokî ye.

Abdulkadir Selvî di nivîsa xwe de wiha dibêje: Li ser nûçeyên di medyaya civakî de ku goya Dadgeha Bilind biryar daye Ayasofya bibe mizgeft û li ber îbadetê were vekirin, min lêkolînek kir. Tê çaverêkirin ku Dadgeha Bilind roja Înê 10ê Tîrmehê biryara xwe aşkere bike. Lê belê biryar daye ku Ayasofya weke mizgeft, deriyê wê li ber îbadetê bê vekirin. Xala giring û sereke ev e. Daîreya 10 a Dadgeha Bilind, derbarê hesreta 86 salan a vî milletî de biryar da. Zincîra qedexeyê ya li Ayasofyayê hatibû girêdan, hat şikandin. Lê biryar, dê piştî bidawîbûna pêvajoya nivîsandin û îmzekirina endamên dadgehê were ragihandin.

Komeleya Xizmetkirina Jîngehê û Berhemên Dîrokî yên Weqfên Berdewam, berî niha serî li Dadgeha Bilind dabû û xwestibû ku Ayasofya weke mûzexane nemîne û weke serdema Osmaniyan, Ayasofiya weke mizgeft were bikaranîn.

Herwiha derdora mehekê beriya niha, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi aşkere ragihand, ku tenê milletê me yê bawermend dikare di vê bareyê de biryarê bide.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê roja 2 Tîrmehê di derbarê rewşa şûnwarê dîrokî yê Ayasofayayê de civiyabû, lê belê biryara xwe aşkere nekiribû.

Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Piştî damezrandina komara sekular a Tirkiyê û di sala 1935an de, hikûmeta Tirkiyê ew avahiya dîrokî kire muzexane ji hingê ve heta niha statuya wê muzexane ye.