Desthilatên serokomarê Tirkiyê di sîstema nû de
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li parlementoya Tirkiyê sonda yasayî ya serokomariyê xwar û bû yekem serokê sîstema nû ya Tirkiyê.
Gelo desthilatên sereke yên sîstema nû ya serokatiya Tirkiyê çi ne?
Serokomar ne neçar e ku dest ji partiya xwe berde
Li Tirkiyê berî niha dema namzedekî partiya siyasî weke serokomar dihate hilbijartin, diviyabû dest ji partiya xwe berde, lê di sîstema nû ya Tirkiyê de serokomar dikare dest ji partiya xwe bernede.
Serokomar dikare parlementoyê hilweşîne
Berê hilweşandina parlemetoya Tirkiyê di destê parlementoyê de bû û di destê serokomarê Tirkiyê de nebû, lê niha serokomar dikare bi biryarekê parlementoyê hilweşîne.
Serokomarê Tirkiyê dikare Rewşa Awarte ragihîne
Li Tirkiyê berî niha Encûmena Asayişa Niştimanî pêşniyara ragihandina Rewşa Awarte dikir û ji parlementoya Tirkiyê re dişand, parlementoyê jî yan red dikir yan jî pesend dikir.
Desthilata cîbicîkirinê êdî bi tevahî di destê serokomar de ye
Hemû desthilatên cîbicîkar, beşeke zêde ya desthilata yasadanîn û desthilata dadweriyê êdî di destê serokomar de ne, ku berî niha desthilatên wan ên taybet hebûn.
Desthilateke zêde di warê danîna yasayan de
Di sîstema nû de Serokomarê Tirkiyê kabîneya hikûmetê pêk tîne, desthilatan dide wezaretan, lê berê serokomar piştî razîbûna parlementoyê tenê pêkanîna hikûmetê pesend dikir.
Desthilata di warê dadweriyê de
Serokomarê sîstema nû ya Tirkiyê dikare cîgiran ji bo xwe diyar bike, ku berî niha cîgirên serokomar tinebûn û serokomar nikaribû kesekî ji bo xwe weke cîgir diyar bike.
Êdî serokomar rayedarên siyaseta navxwe û derve diyar dike û herwiha pileyên bilind dadimezrîne, ku berê diviyabû yasayeke taybet a parlementoyê were derxistin û piştre piraniya endamên Civata Wezîran rizamendî nîşan bidin.
Serokomarê Tirkiyê êdî budceya giştî ya dewletê diyar dike û dişîne parlementoyê û mafê parlementoyê jî tine ku red bike, eger parlemento pesend neke budceya sala borî tê dubarekirin, ku berê hikûmetê budce diyar dikir û desthilata redkirina wê jî di destê parlementoyê de bû.
Lêpirsîna derbarê serokomar de
Parlementoya Tirkiyê tenê dikare di rewşekê de lêpirsînê derbarê serokomar de bike, ku ew jî eger serokomar tawanek kiribe û 300 parlementer pêşniyara lêpirsînê îmze bikin û piştre 401 parlementer jî pesend bikin.
Berî niha li ser binpêkirina destûrê û cîbicînekirina erkên xwe, 55 parlementer dikaribûn pêşniyara lêpirsînê derbarê serokomar de bikin û 250 parlementer jî vê pêşniyarê pesend bikin.
Desthilatên damezrandinê
Li sor sîstema nû ya Tirkiyê, serokomar ji 12 endamên Encûmena Dadweriyê 6 endaman hildibijêre, ku berî niha ev desthilat di destê parlementoyê de bû û serokomar tenê dikaribû 2 endamên vê encûmenê hilbijêre.
Herwiha serokomar ji 15 endamên Dadgeha Destûrê dikare 12 endaman hilbijêre û li Dadgeha Destûrî erkdar bike, 3 endamên din jî parlemento diyar dike. Berî niha ev desthilat jî di destê parlementoyê de bû.
Desthilata ewlekarî û leşkerî
Di sîstema nû ya Tirkiyê de desthilata Îstixbarata Tirkiyê (MÎT), ewlekarî, hêzên leşkerî yên bejayî, deryayî û esmanî di destê serokomar de ye. Berî niha MÎT serbixwe bû û hersê hêzên artêşê jî di bin kontrola serokerkan de bû.