Erdogan sonda yasayî xwar; Tirkiye derbasî sîstema nû bû

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Recep Tayyip Erdogan di merasîmekê de li parlamentoya Tirkiyê bi fermî weke serokomarê nû yê wî welatî sonda yasayî xwar û bi fermî Tirkiye derbasî sîstema nû ya serokatiyê bû.

 

Serokomarê nû yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jibo ku sonda yasayî pêk bîne, gihîşte parlamentoya wî welatî.

 

Îro merasîma fermî ya sondxwarina yasayî ya serokomarê nû yê Tirkiyê li parlamentoya wî welatî birêve çû.

 

Erdogan ku di hilbijartinên 24ê Hezîrana îsal de bi rêjeya 52.56ê dengan bi dest xistibû, jibo ku sonda yasayî pêk bîne,  derdora demjimêr 16:30an derbasî avahiya parlamentoya Tirkiyê bû.

 

Erdogan ku bi hevjîna xwe Emîne Erdogan re jibo amadebûna di merasîma sondxwarinê de gihîşte parlamentoyê, li hewşa parlamentoyê bi merasîmeke leşkerî ya protokolî hate pêşwazîkirin. Piştre Erdogan derbasî salona civînê ya parlamentoyê bû.

 

Dawî serokwezîrê Trikiyê, Bînalî Yildirim û gelek wezîr û rayedarên din ên hikûmeta Tirkiyê, hevrêtiya Erdogan dikirin.

 

Piştre di civîneke kurt de weke serokomarê nû ya sîstema serokatiyê li Tirkiyê, merasîma sonda yasayî pêk anî û bi fermî bû yekemîn serokomarê sîstema nû li Tirkiyê.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwandina fermî ya Erdogan, ji bo beşdarbûna di merasîma dest bi kar bûna wî weke yekemîn serokomarê sîstema nû ya Tirkiyê, îro gihîşte Enqerê.

 

Biryar e îro serêvariyê, merasîmek taybet bi beşdariya serok, serokwezîr û nûnerên 28 welatên biyanî jî birêve biçe.