Li derveyî Tirkiyê zêdetir ji 1.7 milyon kesan deng dane

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28em ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin heta niha li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û gumrikan milyonek û 751 hezar û 365 dengdêran dengê xwe dan.

Li gorî agahiyên  Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê di çarçoveya dengdayinê yên ku 27ê Nîsanê li deriyên gumrikê û li nûnertiyên Tirkiyê dest pê kir de, milyonek û 632 hezar û 994 dengdêran li nûnertiyan, 118 hezar û 371 dengdêran jî li deriyên gumrikê dengê xwe dan.

Karmendê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind li Balyozxaneya Tirkiyê ya Urdunê Ali Îbrahim Toksoz dibêje: “Îro roja dawî ye û heta niha hezar û 500 kesan deng dane, lê piraniya dengdêran Sûriyeyî, Yemenî û Iraqî ne ku ezmûneke wan a zêde di proseya hilbijartinan de nîne, yan jî nizanin dê çawa dengê xwe bidin û bidin kê û zanyariyên wan li ser van mijaran nîne, ji ber vê yekê ji bo me pirsgirêk çêbûn, lê bi hêviya serkeftinê ji Tirkiyê re.”

Li nûnertiyên derveyî Tirkiyê pêvajoya dengdayînê heta îro 9ê Gulanê û li gumrikan jî dê heta 14ê Gulanê saet 17.00î berdewam bike û mafê 3 milyon û 416 hezar û 98 kesan ê dengdanê heye, ku 278 hezar kes yekemîn car deng didin.

Li 73 welatan 4 hezar û 671 binkeyên dengdanê hatine danîn. Di 12 rojan de li derveyî Tirkiyê milyonek û 751 hezar û 365 kesan deng daye. Hejmara zêdetir a dengdêran li Almanyayê ye, ku zêdetir ji milyonek û 500 hezar kes in.

Îsal hejmara kesên deng dan li gor hilbijartinên sala 2018an zêde bûye. Sala 2018an zêdetir ji milyonek û 258 hezar kesan li derve deng dabûn.

Dengdêrê Tirkiye li Fransayê Akdar Saban jî got: “Ez dibêjim ji bo welatê min kîjan bi xêr be, bila ew be. Bila tiştên baş bibin, em ji bo vêya li vêderê ne. Hemû kes, kê ji xwe re guncav dibîne, bila ji bo welatê xwe deng bide wî.”

Eger hilbijartina serokkomariyê bo gera duyem bimîne, welatiyên Tirkiyê yên li derveyî welat dikarin di navbera 20 û 24ê Gulanê de careke din dengên xwe bo hilbijartina serokkomariyê bidin.