Li dijî rakirina parêzbendiyê çalakî tên lidarxistin

Navenda Nûçeyan - L bajarê Amed û Mêrdînê  kampaniya “Na Ji Bo Rakirina Parêzbendiyê Li Ser Parlamenteran” dest pê dike.

Di çarçoveya kampanya “Na Ji Bo Rakirina Parêzbendiyê Li Ser Parlamenteran” de îro xwepêşandanek bi serpiriştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kongreya Civaka Demokratîk (KCD li bajarê Amed û Mêrdînê birêve diçe.

Di xwepêşandana li dijî rakirina parêzbendiyê de birar e daxuyanyeke çapemeniyê li ser rakirna parêzbendiya parlmanterên HDPê li parlamentoya Tirkiyê de bê dayîn.

Ji aliyê din ve Bloka Aştiyê ku ji 104 saziyên sivîl pêk tê, li dijî rakirina parêzbendiyê û rewşa niha ya Bakûrê Kurdistanê dest bi çalakiyan kirin.