Alîkariya xezîneyê dê ji HDPê re bê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê bi yekdengî biryara rakirina bloka li ser alîkariya Xezîneyê ya Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) da.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di doza girtina HDPê daebiryara ku weke tedbîr bloke danîbûn ser hesabê alîkariya xezîneyê ya partiyê, rakir.

Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDPê de biryara Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn a bloka li ser alîkariya Xezîneyê ya Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) 'wek tedbîr' nîqaş kir.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, di doza girtina HDPê de, bi hinceta “Peywendiyên organîk ên bi rêxistina terorê re dewam dikin û çavkaniyên xezîneyê ji bo rêxistinê tên şandin” xwestibû ku bloke were danîn ser hesabên HDPê û di 5ê Çileyê de biryara danîna blokeyê hatibû dayîn.

Daxwaza betalkirina vê biryarê îro ji aliyê Komîsyona Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat nîqaşkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn biryara blokekirina hesabên alîkariyê yên Xezîneyê ji bo HDPê rakir. Biryar bi piraniya dengan hat girtin.