Parlamentreke CHPê: Piştî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê herî kêm 603 jin hatine

09-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîteya Wekheviya Derfetên Jin û Mêran a Parlamentoya Tirkiyê û Parlamentera CHPê Candan Yuceer dibêje, piştî Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya kuştinên jinan zêde bûne û herî kêm 603 jin hatine kuştin û 464 jin jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.

Parlamentera CHPê ya Tekîrdagê Candan Yuceer, bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek bi navê “Serkeftina AKPê: Di Tundiya li Dijî Jinê de Rêbertiya Cîhanê" belav kir û got: “Ji dema AKP hatiye ser deshilatê ji 2002ê ve di nav 21 salan de li Tirkiyê herî kêm 7 hezar û 990 jin hatine kuştin. Di sala 2002ê de 66 jin hatin kuştin, 2007 û 2009 ev hêjmar higiştiye zêdeyî hezar kesî. 2020ê 300, 2021ê 280. 2022ê 334 jin hatine kuştin. Di meha Çile ya sala 2023ê de 31, di meha Sibatê de 11 jin hatine kuştin. Herwiha di 2023ê de 37 mirinên jinan ên bi guman hatine tomarkirin.”

Yuceer dibêje; “Vekişîna ji Peymana Stenbolê, ne bo parastina jinan, berovajî bo bêdengkirin û bê ziman hiştina jinan bû.”

Peymana Stenbolê 11ê Gulana 2011ê li Stenbolê hat îmzekirin. Armanca ji peymanê nehiştina tundûtûjiya dijî jinê û nav malbatê ye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku her ji destpêkê peyman îmze kiriye. Lê di 2021ê de bi fermaneke Serokkomarê Tirkiyê bi awayek yek alî Tirkiye ji peymanê vekişiya. Vekişîn li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan.

Parlamentera CHPê dibêje: “Di van salên dawî de li Tirkiyê di bin navê xwekujî û mirinên xwezayî de hêjmara mirinên bi guman ên jinan zêde bûne.” Li gor Yuceer, Tirkiye di nav welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşxistina Aborî (OECD) de ew welat e ku herî zêde tûndûtijiya dijî jinan lê heye.

Parlamentera CHPê dibêje: “Di 2012ê de 139 hezar jinan daxwaza parastinê kirine, 2020 hejmar gehiştiye 339 hezar û 792 jin. Herçiqas hêjmara zêde bûye lê ew jin nehatine parastin.”

Li gor rapora bi navê Wekheviya Zayendî ya Gerdûnî ya 2021ê ku ji aliyê Foruma Aborî ya Cîhanê ve hatiye belavkirin, Tirkiye ji 146 welatan di rêza 124ê de cih digre. Yuceer dibêje: “Tirkiye di mafê jinê û parastina jinan de li pey welatên wek Bangladeş, Etiyopya, Endonezya, Gaza û Nîjeryayê maye.”

Yucel balê dikşîne ser kêmbûna jinan a di parlamentoyê de jî û dibêje: “Niha li Parlamentoyê %17,38 parlementeran jin in. 101 parlementerên jin hene. Di hilbijartinên dawî de li 33 parêzgehan parlamenterên jin nehatin hilbijartin. Di kabîneya Wezîran a Serokomariyê de jî tenê yek jin heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst