Serokwekîlê CHPê: Ez nabêjim wezaret bo HDPê nayê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Firaksiyona Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand dê Serokê Giştî yê CHPê û  berbijêrê postê Serokkkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu serdana HDPê bike.

Piştî destnîşankirina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek berbijêrê hevbeş ê postê serokkomariyê ji aliyê Hevpeymaniya Milet ve, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar pîrozbahî li Kiliçdaroglu kir û ragihand ku deriyê HDPê bo gotûbêj û diyalogên li ser lihevkirina piştevaniya bo Kiliçdaroglu vekiriye.

Serokwekîlê Firaksiyona CHPê Ozgur Ozel roja Çarşemê 8ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de li ser pirseke derbarê serdana Kemal Kiliçdaroglu ya bo HDPê de got: “Egera serdana bo HDPê heye.  Dema dibêjim eger  dê hinek pipirsin dibe ku serdanê neke. Birêz Serokê Giştî (Kemal Kiliçdaroglu) bêyî ku ti partiyekê cihê bike, dê serdana hemûyan bike. Dê serdana HDPê jî bike û serdana partiyên din jî bike.”

Ozgur Ozel derbarê daxuyaniyên Meral Akşener ên li ser HDPê û bersiva hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bo Seroka ÎYÎ Partiyê de jî got: “Birêz Demîrtaş gelek baş peywendiyê dike. Birêz Akşener û birêz Demîrtaş bêyî ku zimanê nezekatê bicihbihêlin, eger ne bi zimanê Erdogan û Bahçelî bi zimanê Demîrtaş û Akşener biaxivin dê wê demê Tirkiye qezenc bike. Ew kesên li ser maseyê dê wezaretan li xwe parve bikin. Ez nabêjim wezaret bo HDPê nayê dayîn. Me nivisiye ku ev hevpeymanî dê çawa wezaratan derbixin. Encûmenên karbidest ên HDPê hene û hevpeymaniyên wan ên demokarasiyê hene. Tişta bo AKPê helal bo CHPê heram nabe. Dema van  kirin aferîn dema me kir nizam çi. Ew Tirkiye li paş ma.”

Piştî ku Hevpeyamaniya Millet 6ê Adara 2023an Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek berbijêr bo postê Serokkomariyê ragihand, Meral Akşener li ser diyalog û hevdîtinên CHPê yên bi HDPê re roja Sêşemê 7ê Adara 2023an de  ragihand CHP dikare serdana HDPê bike lê ne mimkine ku di hikumeta hevpeymaniya wan de ti wezaretek bo HDPê bê dayîn. Akşener gotibû “Ne pêkan e ku danustandin li ser wezaretê bên kirin. Diyalog tişteke din e. CHPê dikariya vê yekê bibêje û  me dê rêz li vê girtiba.   Dikariya bibêje rêjeya dengên we û yên HDPê cuda ye û bixêr biçin, wê demê em dê ji ser maseyê rabibûna. Nirxên Komarê bo me  tiştên herî sereke ne. Dikare hevdîtinan pêkbîne, ev me eleqedar nake. Lê nikare qet bîne ser maseyê. Piştre jî nikare  bîne.”

 Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî roja Çarşemê 8ê Adara 2023an bi nameyekê bersiva Akşemer dabû û gotibû: “Siyaseta lihevkirinê ku bo we mafeke çima bo HDPê ne maf e. Tevî ku HDPê ragihandiye ew  ji bilî bingehên demokratîk ti daxwazan nakin we gotiye: “CHP dikare ligel HDPê diyalogê bike, lê nikare tavîzan bide û van daxwazên xwe bîne ser maseyê.” Ma hûn daxwazên li ser demokratîkbûnê weke tavîz dibînin? Eger hûn bibin desthilat daxwazên HDPê neyên ser maseya we,  hûn kîjan maseyê pêşniyar dikin? Hûn plan dikin weke ku ev 50 sal tê kirin me bo maseya “Rûbirûbûna Terorê” bişînin? Dengdêrên  HDPê û HDP jî ti carekê helwesteke ferzker, siyaseta serwer, nêrîna ji jor ve    û lihevkirina di asta mil de qebûl nakin.”