Girêbestek ji bo anîna kevir û axa Marsê hat îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li ser çêkirina amûreke ji bo anîna kevir û axa Marsê girêbestek bi şîrketa Northrop Grumman Systems Corporation re îmze kir.

Berî çend hefteyan amûra bi navê Perseverance bi serkeftî xwe gihand Marsê.

Ew kevir û axa ku wê Perseverance li cîhekî kom bike li gor sîstema Mars Ascent Propulsion System (MAPS) dê bi amûreke taybet bê dinyayê.

NASA û Northrop Grumman Systems Corporationê ji bo vê projeyê li ser 84,5 milyon dolaran li hev kirin û dê di 14 mehan de encama bernameyê bê girtin.

Li gor zanyariyan dê proje 2 beş bin. Beşa destpêkê dê ji veniştin û standinê, beşa encamê jî ji çûyina amûreke taybet a wergirtina kapsulan û ji derbaskirina atmosfera Marsê û vegera dinyayê pêk were.

Berî niha NASAyê dîmenên wesayîta keşfê ya bi navê “Perseverance” li Marsê parve kirin.

Perseverance di 30yê Hezîrana 2020an de ji platforma li Florîdayê hat şandin û piştî rêwîtiyeke biqasî 7 mehan û 470 milyon kîlometreyî di 20 Sibata 2021a de karîbû ku li ser rûyê Marsê dane.

Wesayîta herî pêşketî ya şandine Marsê

Perseverance li Laboratuvara Jet Propulsionê ya NASAyê ya li Calîfornîayê hat çêkirin û bi sotemeniya plutonyumê dixebite, ev wesayît ji nav wesayîtên ku heta niha şandine Marsê  xwedî taybetmendiyên teknolojîk ên herî pêşketî ye.

Saziya fezayê eşkere kiribû ku ji bo xebatên binesaziyên ên ji bo pêkanîna mîsyona nû ya li Marsê 2,4 milyar dolar, ji bo ku wesayît li rûyê gêrestêrkê dane û pergala ku wê bide xebitandin 300 milyon dolar hat xerckirin.

Tê plankirin ku Perseveranceya ku xwedî analîzora kimyayî, 20 kamere, metqeba (kunker) tehtan a ji bo berhevkirina nimûneyan, “destekî” wê ya robotîk û firokeyeke wê ya biçûk heye ji bo keşifkirina rûyê wê 2 salan li Marsê bimîne.