Enstîtuya kurdî xelata ziman a Feqî Husên da SZK-Rojava
STENBOL (Rûdaw) - Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava (SZK-Rojava) şayenê Xelata Ziman a Feqî Husên Sagniç dît.
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, îsal xelata ziman a Feqî Husên Sagnic şayanî Saziya Ziman a Kurdî ya Rojava (SZK-Rojava) dît. Ji ber ku îsal SZK'a Rojava piştî destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê û azadbûna hin bajarên Rojava, li gelek bajaran dibistanê Kurdî vekirin û bi vî awayî bingeha perwerdehiya bi zimanê Kurdî ava kir, ji aliyê Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat xelatkirin. Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava ji ber van xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî layîqî vê xelatê hatiye dîtin.
Îsal dê Xelata Ziman di salvegera koça dawîn a Feqî Husên Sagniç de bi merasîmekê pêşkêşî nûnerên Saziya Zimanê Kurdî were kirin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005'an bi vir de li ser navê zimanzanê kurd Feqî Husên Sagniç xelata ziman dide kes an jî saziyekê.
Xelatgirên berê:
Zana Farqînî (2005)
Mihemed Malmîsanij (2006)
Abdullah Demîrbaş (2007)
Azadiya Welat (2008)
Ahmet Turk (2009)
Kawa Nemir (2010)
Li ser navê girtiyên ji doza KCK'ê Hatîp Dîcle (2011)
Mulazim Ozcan (2012(
Îsal, dê di 12'ê Adarê de saet 16:30-21:00'an de dê li Cezayir Cafe ya Beyoglûya Stenbolê xelat bi merasimekê dê bê dayîn.