Stenbol (Rûdaw) - Li Tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû xebatkarên qada tenduristiyê li ser banga Yekîtiya Bijîşkên Tirk bo rojekê kar berdan û derketin qadê. Pizîşk û karmendên din yên tenduristiyê ji ber şert û mercên kar û bicînehatina mafên wan li 81 bajarên Tirkiye çalakî lidarxistin.
Hejmareke zêde ya sendîka û rêxistinên heman qadê jî piştgirî dan çalakiyan û hikumet hişyar kirin da ku mafên wan bên dayîn û merc jî bêne başkirin. Bijîşk dibêjin ger hikumet gavên erênî neavêje ewê di rojên pêş de çalakî û grevên mezintir bidin destpêkirin.
Li 81 bajarên Tirkiye bi hezaran pizîşk û kedkarên qadê li ser banga Yekîtiya Bijîşkan bo rojekê kar berdan û çalakî dan destpêkirin. Tevî ku li piraniya bajaran şilî, serma û seqembû jî rêxistinên wan didin zanîn ku ji bo wan êdî kêr gihîştiye hestî û mercên ku ew duçarê hatine kirin nahêlin ku ew xizmetguzeriyeke tendurist bidin xelkê.
Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Stenbolê Prf. Dr. Pinar Saip got: “Em karmendên tenduristiyê di nava vê sîstemê de di bin merên giran de dijîn. Piraniya bizîşkan dest ji karên xwe berdidin yan jî ji welêt diçin. Divê wezaret û hikumet demildest çareseriyekê bibîne. Êr ne sîstema tenduristiye jinav diçe. Sîstemeke bi temînat divê bê damezrandin. Ger mercên me baş nekin û mafên me nedin helbet emê di têkoşîna xwe de berdewambin.”
Bêyî Yekîtiya Bijîşkan, nêzikî 10 sendîkayên qada tenduristiyê jî piştgiriya van çalakiyan kirin. Beriya çalakiyê ji xelkê daxwaz hate kirin da ku bêyî haletên lezgîn neçin nexweşxaneyan. Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed di serî de, li dehan bajarên din jî çalakî bi beşdariyên girseyî birêve çûn.
Nûnerê SESê Mehmet Nur Ulus jî got: “Em tenduristvan ew sê sal in em hişyariyê didin wan. Ew sê car e jî em kar berdidin. Niha jî me kar berda û ew hişyarîne ji bo desthilata Ak Partiyê.”
Demên dirêj ên dewamê, destheqê kêm, mobîng, nebûna mafên baş ên teqawûtbûn û dema karkirinê, şîdeta li hember pizîşkan û nêzikahiya giştî li hember wan ew sedem in ku pizîşk û karmendên din ne razîne. Beriya du mehan li parlementoyê qanûnek hatibû amadekirin lê pişt re paş ve hatibû kişandin. Pizîşk daxwaza wê yekê dikin da ew qanûn demildest bikeve meriyetê.
Nûnera Sendîkayê Yildiz Okorak jî dibêje: “Eger daxwazên me bi cî neyên emê di çalakiyan de berdewambin. Em dixwazin xelk jî alîkariay me bike. Hemû hevalên me nexweş in û derûniya wan têk çûye. Ger daxwazên me bi cî nîn in emê di çalakiyan de her berdewambin.”
Li gor amarên OECD Tirkiye di warê mercên pizîşkan de di dawiya lîsteyê de di rêza 6an de cîh digire. Bi hezaran bijîşk ji ber heman sedeman berê xwe didin Ewropa tenê di nava meha dawîn de 197 pizîşkan dest ji karê xwe berda ne. Amarên ku yekîtiya bijîşkan radigihîne jî rewşa qadê eşkere dike. Di vê navê de li wanê polîsan rê neda çalakiya pizîşkan û midexele lê hate kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse