Erdogan û Bahçelî civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Partiya Harekereta Neteweperest (MHP) li Enqerê civiyan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan Serokê MHPê Devlet Bahçelî ziyaret kir û li mala wî pê re civiya.
Civînê saet 16.30an dest pê kir û piştî derdora 40 deqeyan bi dawî hat.
Piştî civînê herdû aliyan derbarê naveroka civînê daxuyanî nedan çapemeniyê lê li gor medya Tirkiyeyê di civînê de Erdogan û Bahçeli li ser pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd û pêngavên ku ji bo wê pêvajoyê bêne avêtin û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêjkirine.
Recep Tayîp Erdogan û Devlet Bahçeli herî dawî 14ê Çiriya Paşîna 2024an civiyabûn.
Devlet Bahçelî 22yyê Çiriya Pêşîn di civîna grûba partiya xwe de, bang li Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan kiribû ku bê û di grûba DEM Partiyê ya di Parlamentoyê de banga çekdanîn û hilweşîna PKKyê rabigihîne.
Şandeyeke DEM Partiyê 28ê meha borî serdana Îmraliyê kiribû û bi Ocalan civiyabû.
Piştî wê hevdîtînê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û aliyên siyasî yên li parlamentoyê re civiyabû.
Biryar e şandeya DEM Partiyê dawiya vê heftiyê di çarçoveya pêvajoyê de biçe Gîrtîgeha Edîrneyê û bi hevserokên berê yên HDPyê Selhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagj jî ziyaret bikin.
Piştî wê hevdîtinê jî tê pêşbînîkirin ku carek din serdana Îmraliyê bike û nerînên aliyên siyasî yên derbarê pêvajoya çareseriyê de bigihînin Abdullah Ocalan.