Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê îdiayên li ser Ocalan daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser îdiayên van rojên dawî yên derbarê muwekîlê wan Abdullah Ocalan daxuyanî da.
Nûnerê TGRTyê yê Enqereyê Fatîh Atik îdia kir ku di hevdîtina li Îmraliyê de Abdullah Ocalan xwestiye "derkeve malê" û "daxwaza zewacê" kiriye,
Ev mijar li ser medyaya civakî û di gelek kanalên televîzyonê de hat nîqaşkirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir.
Buroya Huqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku di nîqaşan de pirsgirêkên exlaqî û zihniyetê hene.
Parêzerên diyar kir ku li hemberî Ocalan helwestên manipulatîv û bêrêzane li ser bingehê derewan ku ti sînorên rêzê nas nakin tên nîşandan.
“Ocalan hewl dide rola xwe ya dîrokî pêk bîne”
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:
“Em hemû bi hev re dibin şahîd ku muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan, van rojan hewl dide rola xwe ya dîrokî ya ji bo avakirina jiyaneke hevbeş, wekhev, azad û demokratîk pêk bîne.
Ew li hemberî kesên ku ji rîkeberiyê û çaresernekirina pirsgirêka Kurdan xwedî berjewendî ne, ji bo bidestxistina aştiyeke birûmet di bin mercên tecrîdê de jî têkoşîneke bêrawestan dimeşîne.
“Helwestên manîpulatîv li hemberî Ocalan tên nîşandan”
Di vê serdema dîrokî û hestiyar de li şûna ku rêbazeke exlaqî nîşan bidin û bi fikirin ka çawa dikarin beşdarî çareseriyeke demokratîk bibin, em dibînin ku helwestên derew, manîpulatîf û bêrêz ên ku sînorên hurmet û asta rêzgirtinê nas nakin li hemberî rêzdar Ocalan tên nîşandan.
Em dizanin ku ev nîqaş û axaftinên bêrûmet ên ku di bin navê fêmkirina pêvajoyê de li kanalên televîzyonê û medyaya civakî tên kirin, pirsgirêkeke exlaq û zîhniyetê di xwe de dihewînin û armanc dikin ku bingeha hewldanên aştî û çareseriyê tune bikin.
Ev cure helwest ne tenê li hemberî kesayeta Rêzdar Ocalan in, her wiha li dijî hêza wî ya çareseriyê û hizra wî ya azadîxwaz a ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li cîhanê belav bûye, tên pêşxistin.
Em ji ber van sedeman, bangî her kesî dikin ku bi zimanê aştiyê bifikirin û biaxivin û bi helwesteke erênî xebat û ramanên xwe pêşkêş bikin da ku bigihêjin zemîneke demokratîk.”