Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyê dema hilbijartinên pêşwext eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AKPê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyê got, divê herî dereng heta 7 û 14ê Gulanê hilbijartin bên kirin.

Parlamenterê AKPê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyê Surreya Sadi Bilgiç derbarê nîqaşên hilbijartina pêşwext de ji rojnameya Ekonomim re diyar kir ku heger Cejna Qurbanê, çûna Hecê û ezmûn li ber çav bên girtin divê herî dereng heta 7 û 14ê Gulanê hilbijartin bên kirin.

Parlamenterê AKPê Surreya Sadi Bilgiç di medya Tirkî de li ser pirsa “Tê pêşbînîkirin ku hilbijartin pêşwext bên kirin, derbarê mijarê de pêşbîniya we çiye?” axivî û got ez bawer im dê partiyên siyasî li ser dîroka hilbijartinê bighin fikrekî hevbeş.

Bilgiç dibêje, “Li gor min li parlamentoyê biryareke girêdayî meha Gulanê derkeve an dernekeve dê di rojên pêş de piştî hevdîtinan diyar bibe. Eger nebe jî ev prose dê bi biryara serokkomar bê birêvebirin. Opozîsyonê bo piştî 6ê Nîsanê daxuyanî dane lê di encam de dema mirov li meha Hezîranê dinêre ez difikirim ku hilbijartin dê di navbera 7 û 14ê Gulanê de bên kirin. Ji xwe zelalkirina lîsteyên berbijêran û radestkirin heta destpêka Nîsanê dê bi dawî bibe. Bi ya min di van 3 mehan de Çile, Sibat û Adarê de dê karê parlamentoyê zêde bibe.”

Ev di demekê de ye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku ji ber şert û mercên demsalê dibe hilbijartinên Hezîrana 2023an beriya dema xwe bên kirin.