Tirkiye çawa li HTŞ û bipêşketinên li Sûriyeyê dinêre?

Enqere (Rûdaw) - Mijara Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) di nav qada siyasî de di navbera desthilat û mixalefetê de mijareke nakok e.

Aliyekî  mixalefeta Tirkiyeyê ku di nav wan de partiyên muhafazakar û îslamîst jî hene HTŞyê wekî rêkxistineke terorê dibînin û dixwazin ku hikûmet jî helwesta xwe li dijî HTŞyê diyar bike.

Di nav hikûmetê de jî HTŞ zêdetir wekî mixalefeteke meşrû tê dîtin.

Ev jî di demekê de ye ku Tirkiye bi fermî HTŞyê wekî rêkxistineke terorî bi nav kiriye.

Bipêşketinên li Suriyeyê li Tirkiyeyê hem ji bo siyasetê hem jî ji bo navendên lêkolînên stratejîk mijereke sereke ye.

Li navenda lêkolînan a Enstîtuya Ramana Stratejîk (SDE) di panelekê de li ser nêrîna Kurd, Tirk û Ereban a der barê Suriyeyê de gotûbêjek hat kirin.

Beşdarên gotûbêjê jî bipêşketinên vê dawiyê wekî derfeteke nû dibînin.

"Eger bi aqilane kar bike dê aramî were Sûriyeyê"

Esferê malnişîn Mîthat Işik li ser HTŞyê wiha axivî:

"Eger di dema damezrandina dezgehên fermî de jî bi aqilane kar bike (HTŞ) wê demê dê aramî were Suriyeyê.

Ji bo jinûve avakirinê jî pêwîst e ew berê xwe bidin Tirkiyeyê.

Hem ji bo danîna dezgehên fermî hem jî ji bo ku êdî rêkxistin bibe artêş, Tirkiye dikare alikariya wan bike."

Di nav qada siyasî de jî nakokiyan herî mezin li ser HTŞyê ne.

Ji ber ku aliyekî mixalefeta Tirkiyeyê HTŞyê wekî rêkxstineke terorê dibîne.

Ji bo hikûmetê jî HTŞ bi fermî rêkxistineke terorî ye lê di daxuyaniyan de HTŞ wekî mixalefeta Suriyeyê tê binavkirin.

"Nabe Tirkiye guherînên li Helebê li gorî rêbaza HTŞyê binirxîne"

Alîkarê Serokê Partiya Saadetê Mustafa Kaya wiha anî ziman:

"Her çende ku helwesta wê nerm e jî lê hem Amerika hem jî welatên devrûberê HTŞyê wekê rêkxistineke terorî dibînin.

Ji ber wê nabe ku Tirkiye guherînên li Helebê li gorî rêbaz û fikra HTŞyê binirxîne. Ev yek ji bo paşeroja Tirkiyeyê ne rast e."

Beşeke xelkê Tirk jî li ser torên civakî HTŞyê weke rêkxistineke di berjewendiya Tirkiyeyê de dibîne û piştigiriya vê rêkxistinê dike.