Şaredariya CHPyê konsera Rojdayê betal kir
Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê konsera hunermenda Kurd Rojdayê betal kir.
Rojdayê dê 17ê vê mehê konsera xwe bida lê şaredariya CHPyê bêyî ku sedema wê eşkere bike ev konser betal kir.
Rojdayê ev agahî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got:
“Ev helwesta kêfî û qedexekar a serokatiya şaredariyê betehemuliya li hemberî çand û hunera Kurdan bi awayekî zelal nîşan dide.”
Rojdayê diyar kir amadehiyên konserê beriya niha bi 2 mehan hatibûn temamkirin û konser dê li Navenda Ahengan a Yahya Kemal Beyatliyê bihata kirin ku kapasiteya wê 4500 kes e.
Divê were gotin ku Şaredariya Kuçukçekmeceyê heta niha li ser mijarê tiştek negotiye.
Rojdayê daxuyand ku hemû prosedur hatine bicihanîn û ev qedexeyeke kêfî ye û got:
“Ez dê bi tewecûha gelê me li her cihî û di hemû şertan de ya çêtir û xweşiktir bikim.”
Rojdayê 5ê Çiriya Pêşîn konserek dabû ku ji aliyê Şaredariya Esenyurtê ve hatibû organîzkirin.
Serokê Şaredariya Esenyurtê (Esenyurt jî şaredariya CHPyê ye) Ahmet Ozer jî beşdarî vê konserê bûbû.
Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.
Ev konsera Rojdayê jî ji bo girtina Ahmet Ozer wekî hincet hatibû bikaranîn.