TIRKIYE- Civîna parlamentoyê ya li ser 'gefên Îsraîlê' dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Civîna girtî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya taybet a li ser "gefên Îsraîlê" dest pê kir.
Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser tehdîtên Îsraîlê yên li ser Tirkiyeyê de zanyariyan didin parlamenteran.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an di merasîma vekirina parlamentoyê ragihandibû ku piştî Filistîn û Libnanê Îsraîl dê êrişî Tirkiyeyê bike.
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser vê yekê daxwaz ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kiribû ku li parlamentoyê rûniştineke girtî û nihênî were pêkanîn û berpirsên hikumetê li ser gefên Îsraîlê zanyariyan bidin parlamentoyê.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş çend roj berê ragihandibû ku ew civîn dê 8ê Çiriya Pêşîn a 2024an bê kirin.
Bi destpêkirina rûniştinê Wezîrê Karên Devre yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler dê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biaxivin û zanyariyan bidin parlamentoyê.
Gotarên civîna nehênî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya taybet a li ser Îsraîlê dê 10 salan wekî nihêniyeke dewletê wera parastin û neyê belavkirin.
Her wiha nabe parlamenterên di civînê de amade bûbin naveroka wê civînê eşkere bikin.