Li Stenbolê 5 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê bi hinceta ku wan di nav xebatên siyasî yên PKKyê de cih girtiye 5 kes hatin desteserkirin.

Li çar navçeyên Stenbolê, tîmên Şaxa Îstixbaratê û ya li Dijî Terorê yên Birêvebiriya Ewlehiyê bi oparasyoneke hevdem bi ser gelek malan de girt.

Bi hinceta ku wan di nav xebatên siyasî yên PKKyê de cih girtiye 5 kes hatin desteserkirin.

Tê îdiakirin ku kesên hatine desteserkirin endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bûne.

Hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Navenda Ewlehiyê ya Stenbolê.

Li gor agahiyan, lêpirsîna derbarê wan li Navenda Ewlehiyê berdewam dike.

Hikûmeta Tirkiyeyê di van demên dawî de gûvaşên xwe yên li ser siyasetmedar, rojnameger û kesayetên Kurd bi hincetên cuda zêde kirine û rojane endamên partiyên siyasî û civaka sivîl ên Kurd tên destserkirin.