Li hejmarek navçeyên Stenbolê mohleta nîştecîhbûnê bo kesên biyanî nayê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li 10 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê mohleta nîştecîhbûnê bo kesên biyanî nayê dayîn.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, zêdetirî 15 milyon kes dijîn û li gorî hinek amaran derdora 5 milyonan ji wan Kurd in, hinek amar jî dibêjin 6 milyon Kurd li wî bajarî dimînin. Piştî şerê navxwe ê Sûriyê, bi milyonan koçber jî derbasî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûne û gelek ji wan jî ji bo kar û ji bo çûna Ewropa, berê xwe dane Stenbolê û li wir niştecî bûne. Ji ber ku mana wan dirêj bû û hinek aliyên nijadperest bi taybetî dijayetiya li hemberî wan sor dikin, hikûmet jî tedbîrên nû li hemberî koçberan werdigre.

Herî dawî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku wan 10 navçeyên bajarê Stenbolê li ber niştecîbûna koçberan girtine û destûrê nadin ku kesên biyanî li wan navçeyan bicih bibin. Wezîrê Navxwe ê Tirkiyê dibêje, ew bi awayekî cidî jî li ser vegerandina koçberan kar dikin.

Stenbolê bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye ku nêzîka 16 milyon niştecihên wê hene û zêdeyî 5 milyon jî Kurd in û mazûvaniya bi sedan hezar koçber û penaberan dike. Piraniya wan koçber û penaberan jî Sûrî ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Dixwazim hejmaran careke din ligel we jî parvebikin, ji ber derbarê van hejmaran de zanyariyên nerast tên belavkirin,  ji xelkê re propagandeya ne rast tê kirin û mixabin hewla dijminatîkirina kesên biyanî tê zêdekirin. 3 milyon û 646 hezar û 278 koçberên Sûrî li Tirkiyê dijîn. Bi zelalî dibêjim ne 10 milyon, 15 milyon, 20 milyon, 25 milyon e. Hejmara Sûriyan li Stenbolê 551 hezar û 829 kes in. Ligel Sûriyan bi giştî 1 milyon û 271 hezar û 719 kesên  biyanî li Stenbolê dimînin.”

wî bajarê mezin demeke deriyê xwe li ber koçberên nû yên Sûriyê girtiye. Berê li du navçeyan û niha jî bi heman awayî li heşt navçeyên din ên Stenbolê mohleta nîştecîhbûnê bo kesên biyanî nayê dayîn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje ew karê cidî bo vegerandina koçberan dikin.

Soylu herwiha got: “Stenbol ev demeke bo tomarkirina nû ya koçberên Sûrî girtî bû. Ev yekem. Ya duyem jî li Stenbolê hejmarek navçe ne tenê bo Sûriyan lê bo hemû biyaniyan hatine girtin.”

Ligel nêzîkbûna hilbijartinên Serokatî û Parlamentoya Tirkiyê opozîsyonê guşareke zêde çêkiriye û dixwaze koçber û penaberên Sûriyê bo welatên wan bên şandin.