Parêzbendî li ser parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelîk hat rakirin

08-10-2020
RÛDAW
Nîşan Çelîk Tuma Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber “destdirêjiya seksî” û bikaranîna gefê parêzbendî li ser parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tuma Çelêk hat rakirin.

Parlamentoya Tirkiyê, duh Çarşemê parêzbendî li ser parlementerê berê yê HDPê Tuma Çelîk rakir.

Tuma Çelîk hatiye tometbarkirin, ku di dema kampînên hilbijartinên sala 2018 de hewl daye destdirêjî seksî li ser jinekê bike. 

Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyê, Sureya Sadi Bilgiç di civîna duh a parlamentoyê de biryara rakirina parêzbendiya li ser parlamenterê serbxiwe Tuma Çelîk aşkere kir û got, “biryar hatiye dan ku parêzbendiya yasayî ya parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelîk ji ber vê dosyayê bê rakirin.”

Piştî aşkerebûna bûyerê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de lêkolîn da destpêkirin û di çarçoveya rêziknameya partiyê de lêpirsîn bi Tuma Çelîk re kir û herî dawî HDPê, ew parlamenter ji nav refên xwe derxistibû.

Çelîk di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li ser pişka HDPê li Mêrdînê bûbû namezd û weke parlamenter hatibû hilbijartin.

Li Tirkiyê jî weke gelek welatên din, ji bo ku rê li ber dadgehîkirina parlamenteran bê vekirin, pêwîst e ku parlamento parêzbendiya li ser parlamenter rake.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst