HDPê bo Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê pêşniyarpirs da Parlamentoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu ji bo zelalkirina kêmbûna bijîşkên Nexweşxaneya Navçeya Sêwregê pêşniyarpirseke pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Parlamentera HDPê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê Ayşe Surucu li ser hesabê xwe ya Twîtterê ragihand ragihand ku bi armanca ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca bersiv bide pêşniyarpirseke da parlamentoya Tirkiyê.

Li navçeya Sêwregê ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê kêmbûna bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê û gelek pirsgirêkên din bû rojeva medya civakî.

Li gor nêrînên welatiyên ku nerazîbûnên xwe li ser medya civakî nîşan dane, li nexweşxaneya navçeyê bijîşk û karmend gelek kêm in û ev nêzîkî 9 mehan e ku kes bo vê nexweşxaneyê nehatiye tayinkirin.

Ayşe Surucu di pêşniyarpirsa xwe de diyar kir ku divê pirsgirêkên xelkê navçeya Sêwregê yên tendirustiyê bên çareserkirin û di demeke lez de bijîşk bo nexweşxaneyê bên tayinkirin.

Pirsên Parlamentera HDPê ya Rihayê bo bersivdanê aresteyê Wezîrê Tendirustiyê Tirkiyê kirine ev in:

-Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê di çend beşan de kêmbûna bijîşkan heye?

-Di nava sala dawî de çend kesên nexweş ji ber kêmbûna bijîşkan bo nexweşxaneyên din hatine veguhestin?

-Hûn dê bi awayekî lez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê bijîşkan tayîn bikin an na?

-Hûn dê serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê bikin?

-Derveyî bijîşkan di qada paqijiyê de jî kêmbûna karmendan heye?

-Derbarê mijarê hûn dê bo raya giştî ti daxuyaniyekê bidin?