2 karmendên kana komirê mirin

Navend Nûçeyan - Li navçeya Kilîmlî ya Zonguldakê cenazeyê du karmend ku di kana komirê ya ku lê hezaz çêbû de asê mabûn hatin derxistin.


Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li kana komirê ya tê îdiakirin ku li Taxa Subatê bêruhsad dixebitînin de hezaz çêbû û ji karmendan Erkan Cankurt (45) û Hasan Yildiz (30) asê man. 


Karmendekî ku ji hezazê xilas bû agahî da û li ser vê yekê AFAD û tîmên tenduristiyê şandin cihê bûyerê.

Karmendên ku li kanên hawirdor dixebitin jî arîkariya xebatên xilaskirinê kirin û tîma BEDAŞê jî elektrîk kêşan ber devê kanê û ronî kirin. 


Di encama xebatên ku bi qasî 4 saetan dewam kirin de cenazeyên Erkan Cankurt û Hasan Yildiz dîtin. 

Cenazeyên karmendên ku mirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê. 


Di vê navberê de karmendekî kanê yê ku tevî xebatên xilaskirinê bû jî ji ber bêhewayê aciz bû. Ekîban midaxaleyê karkerê ku aciz bibû kirin.