Numan Kurtulmuş: Ev parlamento dê bi rêya diyalogê karên baş bike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Numan Kurtulmuş bi merasîmekê erka Serokê Parlamentoya Tirkiyê ji Serokê Demkî yê Parlamentoyê Devlet Bahçelî wergirt û got: “Ez di wê baweriyê de me ku ev parlamento bi rêya diyalogê karên baş bike.”

Roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an hilbijartina Serokê Parlamentoya Tirkiyê hat lidarxistin û berbijêrê AK Partiyê Numan Kurtulmuş di gera sêyem de wek serokê parlamentoyê hat destnîşankirin.

Piştre Serokê Demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî ku piştî birêveçûna hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê, di civîna yekem a parlamentoyê de ji ber temenê xwe yê zêde ew erk wergirtibû, bi merasîmekê erka xwe radestî Numan Kurtulmuş kir ku di gera sêyemîn a hilbijartinê de bi 321 dengan wek Serokê Parlamentoya Tirkiyê hat hilbijartin.

Numan Kurtulmuş di merasîmê de amaje bi wê yekê da ku hilbijartin bi awayekî baş hatin birêvebirin û ew di wê baweriyê de ye ku ev parlamento di dema nû de karên baş bike.

Kurtulmuş got: “Dema nû ji bo Tirkiye demeke dîrokî ye. Dema 28emîn ya parlamentoyê destpêka sedsala Tirkiyê ye. Gelek kar hene ku bên kirin. Hêvîdarim di nav yekîtiyekê de, dibe ku fikrên me ne wek hevdû bin, lê divê em di armanca pêşvebirina Tirkiyê de bibin yek. Divê em bo bendewariyên gelê xwe bibin bersiv. Ez ji dil ji wê yekê bawerim ku dê ev parlamento bi rêya diyalogê karên baş bike. Sedsala Tirkiyê jî bila bo gelê me bi xêr be.”

Ji ber di gera yekemîn û duyemîn de ti berbijêrî 400 deng bidestnexistin hilbijartin derbasî gera sêyemîn bû û li gor rêziknameyê di gera sêyemîn de kîjan berbijêr 301 dengan bidest bixe dibe Serokê Parlamentoyê. Numan Kurtulmuş di gera sêyemîn de 321 deng bidestxistin û bû 30emîn Serokê Parlamentoya Tirkiyê.

Di gera sêyemîn de 584 parlamenter beşdarî hilbijartinê bûn û dengê xwe dan.

Li gor encamên ku hatine ragihandin, Parlamenterê AK Partî yê Stenbolê Numan Kurtulmuş 321, Parlamenterê CHPê yê Enqerê Tekin Bingol 160, Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Edene Tulay Hatimogullari Oruç 51, Parlamentgerê IYI Partî yê Stenbolê Cihan Paçaci 43 û Parlamenterê TIP yê Hatayê Şerafettin Can Atalay 4 deng bidestxistin. 5 deng jî nehatin qebûlkirin.