Erdogan: Tevî Qendîl û Şingalê em dê êrişî Mexmûrê jî bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku, dibe ku Tirkiye tevî Qendîl û Şingalê êrişî Mexmûrê jî bike û tekez kir, eger ku Netewên Yekbûyî têkildarî rewşa Mexmûrê tiştên ku pêwîst e, neke, ew dê li kampa Mexmûrê jî bidin.

 

Recep Tayyip Erdogan doh şev di çevpêkevtineke televîzyonî ya li gel Kanal D û CNN Turk de, egera êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser kampa Mexmûrê aşkere kir.

 

Erdogan di vê çavpêkevtina televîzyonî de careke din tekezî li ser pêkanîna operasyonên dijî PKKê li nav sînorê Iraqê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve kir û got, têkildarî wê mijarê ew niha bi hikûmeta Iraqê re gotûbêjan dikin.

 

Serokomarê Tirkiyê gef xwar, ku operasyonên leşkerî li nav axa Iraqê li dijî PKKê pêk bîne, eger ku hikûmeta Iraqê tiştên pêwîst pêk nehîne.

 

Recep Tayyip Erdogan got, li Iraqê, Qendîl û Şingal û Mexmûrê gef in bo ser Tirkiyê û diyar kir, eger ku rêveberiya Bexdayê meseleyê çareser neke, ew ruxsetê ji ti kesî wernagirin û dê êrişî Şingal, Qendîl û Mexmûrê bikin.

 

Erdogan destnîşan kir, ku mijara Mexmûrê ji Tirkiyê re gelek girign e û tekez kir, li ser mijara Mexmûrê û çareserkirina wê, ew bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres re di gotûbêjê de ne û eger Netewên Yekgirtî ti çareseriyan nebîne, hêzên Tirkiyê dê êrişî Mexmûrê bikin.

 

Bi gotina Erdogan, Mexmûr piştevaniya locestîk e bo Qendîlê û diyar kir, ku Qendîl ji Mexmûrê ve tê xwedîkirin. Di heman demê de, Erdogan, Şingal jî weke qendîleke biçûk bo PKKê bi nav kir.

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha ragihand, ku ew dê mijara rakirina rewşa awerte li Tirkiyê piştî Hilbijartinên 24 Hezîran gotûbêj bikin û dibe ku piştî hilbijartinan dawî li rewşa awerte bînin.

 

Piştî hewla neserkevtî ya kûdetaya leşkerî li Tirkiyê di 15ê Tîrmeha sala 2016an de, hikûmeta Tirkiyê rewşa awerte li wî welatî ragihandiye, ku heta niha jî berdewam e.