Encamên rapirsiya li 63 bajaran: Kîjan partî ji sedî çendê dengan werdigire?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya kompanyaya MAKê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 50,9 û Recep Tayyîp Erdogan jî ji sedî 45,4an dengan bi dest dixin.

Serokê Komîteya Rêveber a kompanyaya MAKê Mehmet Alî Kulat îro Duşemê 8ê Gulana 2023an encamên rapirsiya xwe ya bi sernava "Hilbijartina Tûra Yekemîn a Serokkomariyê" parve kir.

Ji beşdaran “Hûn ê di 14ê Gulanê de dengê xwe bidin kîjan berbijêrê serokkomariyê?” hat pirsîn û li gorî encamên rapirsiyê berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 50,9ê dengan bi dest dixe.

Li aliyê din berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 45,4ê dengan werdigire.

Berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan ji sedî 2, berbijêrê serokkomariyê yê Partiya Memleket Muharrem Înce jî ji sedî 1,7ê dengan werdigirin.

Kîjan partî çiqas dengan distîne?

Li gorî encamên ku Kulat eşkere kirin, 5 hezar û 750 kes beşdarî rapirsiyê bûn û 25 jê bajarên mezin, li 5 bajarên mezin ên ku erdhej lê çêbûn û 6 bajaran bi rêya telefonê hat axivîn, li 52 parêzgehan rû bi rû, li 11 parêzgehên din bi telefonê modela 63 parêzgehan hate bikar anîn.

MHP di binê bendê de ye, TIP nagihêje ji sedî 1ê, AK Partî yekem e

Li gorî encamên rapirsiyê MHP benda ji sedî 7an nikare derbas bike, Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) jî ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ye ji sedî 0,4 dengan distîne.

Di rapirsiyê de ku AK Partî bi rêjeya ji sedî 36,9ê dengan bû yekemîn, Partiya Çep a Kesk a ku li şûna HDPê dê tevlî hilbijartinan bibe, ji sedî 10,04ê dengan werdigire û di rêza çaremîn de ye.

Li gorî rapirsiyê ku di navbera 26ê Nîsana û 4ê Gulana 2023an de hatiye kirin, beşdaran wiha bersiva pirsa “Heger vê Yekşemê hilbijartin bibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?” dan:

AK Partî: Ji sedî 36,9

CHP: Ji sedî 30,1

IYI Partî: Ji sedî 12,6

Partiya Çep a Kesk: Ji sedî 10,04

MHP: Ji sedî 6,6

Yeniden Refah: Ji sedî 1

TÎP: Ji sedî 0,4

BBP: Ji sedî 0,7