Erdogan û Zelensky li Stenbolê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Stenbolê civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky pêşwazî kir.

Her du serkirdeyan piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a medyayê saz kir.

Erdogan diyar kir, ew amade ne ku bi beşdariya Rûsyayê mazûvaniya lûtkeyeke aştiyê bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Min dubare anî ziman ku em piştgiriya yekparçeyî û serweriya Ukraynayê dikin. Mixabin bandorên neyînî yên şerê ku zêdetirî 2 salan e berdewam dike li asta herêmî û gerdûnî zêdetir dibin.”

Erdogan behsa mijarên bazirganî û veguhastina dexlûdanê Ukraynayê jî kir û ragihand:

“Di hevdîtina îro de em li ser pêwendiyên dualî jî axivîn. Tevî şer bazirganiya me bi awayekî berdewam dike û em ji vê yekê kêfxweş in.

Ji bo ku em bigihêjin armanca 10 milyar dolaran me li hev kir ku em hewlên xwe zêde bikin.”

Erdogan, Ukrayna wekî hevbeşekî stratejîk bi nav kir û di navbera her du welatan de rêkeftina bazirganî hat îmzekirin.

Erdogan herwiha destnîşan kir ku ew ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê amade ne tiştên pêwîst bikin.