RAPIRSÎ: Kiliçdaroglu bi rêjeya %56.8 li hember Erdogan bi ser dikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORC berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinên Serokkomariyê de bi rêjeya ji sedî 56.8ê dengan li hember berbijêrê Hevpeymaniya Millet Recep Tayîp Erdogan bi ser dikeve.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê piştî krîza berbijêriyê ya Hevpeymaniya Millet di 3ê Adarê de di navbera 4-6ê mehê de derbarê hilbijartinên serokkomariyê de rapirsiyek pêkanî. Rapirsî li 28 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ligel hezar û 850 kesan hatiye kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdarvana hatiye pirsîn “Hûn dê di hilbijartina 14ê Gulanê ya Serokkomariyê de dengê xwe bidin kîjan ji van herdû  berbijêran?”

Ji sedî 56.8ê beşdarvanan gotine ku ew dê dengên xwe bidin berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Tenê ji sedî   43.2ê beşdarvanan dibêjin ku ew dê dengê xwe bidin berbijrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan serokkomarê niha Tirkiyê.

66 roj ji bo hilbijartinên giştî li pêşiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne. Kiliçdaroglu di van hilbijartinan de hevrikiya Erdogan dike ku di dû hilbijartinên dawî de 2 berbijêrên partiya wî têkbirine.