Bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 123 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li 7 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan” 123 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên operasyonê belav kirin û ragihand:
“Bi hevahengiya Serokatoya Daîreya Tekoşîna li Dijî Bazirganiya Mirovan û Qaçaxçitiya Koçberan a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan li bajarên Îzmîr, Hatay, Kilîs, Dîlok, Agirî, Qers û Wanê li dijî qaçaxçiyên mirovan operasyon hat kirin.”
Yerlîkaya got, di operasyonê de 123 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew şandin dadgehê.
Dadgehê derbarê 50 kesî de biryara girtinê da û 22 kes jî bi şertên kontrola dadî hatin berdan.
Karên îfadewergirtina yên din jî berdewam dikin.
Herwiha di operasyonê de bi hinceta ku di veguhastina koçberan de hatine bikaranîn dest bi ser 19 otomobîlan de hat girtin.