Saruhan Oluç: Par 9 hezar bijîşkan dest ji kar kişand

Hewlêr (Rûdaw) -Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, derbarê greva bijîşkan de got: “Sala 2021ê 9 hezar bijîşkan dest ji kar kişand, 3 hezar bijîşk xanenîşîn bûn. Di sektora tendirustiyê de zengilên hişyariyê lê didin.”

Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç, li Parlamentoya Tirkiyê konferansa rojnamevaniyê li dar xist û derbarê rojevê de axifî. Oluç, piştgiriya xwe bo greva bijîşkan a rawestandina kar ragihand û got: “Girîngiyeke mezin e ku şertên xebatê yên karmendên tendirustiyê bi awayekî mirovî bê rastkirin.”

"Di sektora tendirustiyê de zengilên hişyariyê lê dide"

Saruhan Oluç dibêje: “Sala 2021ê 9 hezar bijîşkan dest ji kar berdan, 3 hezar bijîşk xanenîşîn bûn. Di sektora tendirustiyê de zengilên hişyariyê lê dide.”

Oluç got: “Tenê ne xebatkarên tendirustiyê kedkarên din jî çalakiyan dikin. Hinek medyayên nêzîkî desthilatê me tawanbar dikin. Dibêjin HDP provokasyonê dike. Provokasyona çi? HDP provokasyonê nake. HDP dibêje, `Em ligel tekoşîna karker û kedkaran e, em bi wan re di nav hevkariyê de ne.”

Karmendên tendirustiyê dest bi çalakiya Greva Spî kirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, îro pizîşk û xebatkarên tendirustiyê dest bi çalakiya xwe ya Greva Spî kirin.

Greva Spî ya bijîşk û xebatkarên tendirustiyê yên nexweşxaneyên dewletê bi pêşengiya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan ên bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de hejmara bijîşkên ku koça welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe. Li gor amarên Yekîtiya Bijîşkên Tirk di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 bijîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, mûçeyê kêm û tundûtîjiyê ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêdeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.