Li Tirkiyê amadekarî ji bo roja evîndaran tê kirin

Enqere (Rûdaw) - Roja evîndaran yan jî bi navê xwe yê valentayn nêzîk dibe û nêzikbûna vê rojê bandora xwe li bazara kelûpelên diyariyan jî dike. Li gorî amaran salane nêzîkî 60 milyar dolarên Amerîkî ji bo xercên vê tên serfkirin . Sala 2018an li Amerîkayê 19.6 milyar dolar li Tirkiyê 250 milyon lîre di roja evîndaran de hatiye xerckirin. Îsal jî bazirgan xwe ji vê rojê re amade dikin.

 

Li gorî amarên li ber dest, ji bo roja evindaran di sala borî de li seranserê cihanê nêzîkî 60 milyar dolarên Amerîkî hatine xerckirin. Her dîsa li gorî amaran ji bo heman rojê li Tirkiyê bihayê 250 milyon lîreyan  diyarî hatine kirin. Îsal jî pêşbînî tê kirin ku derdora 200 heta 230 milyon lîreyên tirkî ji bo roja valentayn were xerckirin. Bazirgan jî di hewla vê yekê de ne pişka xwe ji vî pereyî bidest bixin.

 

Bazirgan Rana Derweşpour dibêje: “Me ji bo vê pêşengehê û bi taybet ji bo roja evîndaran tiştên xweşik anîne. Evîndar dikarin ji bo diyarên xwe çenteyên me bikirin.”

 

Bi helkafta roja evîndaran li Tirkiyê pêşangeh û bernamayên cur bi cur tên birevebirin û di wan salên dawî de ji gelek welatên cihanî beşdarî di van pêşengehan de tê kirin.

 

Bazirgan Elî Xidirzade dibêje: “Min mafûr û ferşên îranî anîne. Ferş di çanda îranîyan de cihekî cuda digirin û xelkê Tirkiyê jî ji ferşên îranî hez dikin.”

 

Firoşkar Erdal Kandaş jî ji bajarê Wanê yê Bakurê kurdistanê berê xwe daye Enqerê û beşdarî pêşangehê bûye lê dibêje îsal ji ber qeyranê kar kêm bûye.

 

Erdal Kandaş diyar kir: “Îsal kirîzek heye û derbas jî nabe. Ji ber vê yekê karê me îsal nebaş in. Bazar weke salên borî germ nabe. Heta niha bandora roja evîndaran li ser bazarê xuya nebûye.”

 

Li gorî raporteke navdewletî, piştî Parîsa paytexta Fransayê, bajarê ku herî zêde pere ji bo roja valentayn tê xerckirin, Stenbol e.