Greva bijîşkan û karmendên tenduristiyê didome: ‘Em nikarin heqê kirê, elektrîk û avê bidin!’

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê Bijîşkên Malbatê ji bo Rêziknameya Nû ya Tenduristiyê bê betalkirin dev ji kar berda û ketin grevê.

Sendîkayên tenduristiyê li 81 bajaran ji bo 5 rojan dev ji kar berda.

Her wiha bijîşk û karmendên tenduristiyê dixwazin şert û mercên meaş û kar werin başkirin.

Îro jî hemû xebatkarên tenduristiyê ji bo rojekê kar da rawestandin û piştgirî da grevê.

Heta niha jî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê guh nedaye daxwazên bijîşk û sendîkayên tenduristiyê.

Di serî de bijîşkên malbatê, bijîşk, hemşîre, ebe û xebatkarên tenduristiyê di nava 3 mehên dawî de cara 3yan e ku dev ji kar berdidin û dikevin grevê.

Bijîşkên Malbatê ji bo betalkirina Rêziknameya Nû ya Bijîşkên Malbatê, li 81 bajaran ji bo 5 rojan dev ji kar berdan.

Bi pêşengiya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), 14 sendîka û saziyên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Çapayê çalakî li dar xist û daxwaza mafên xwe kir.

Bijîşkê Malbatê û Endamê Komeleya ÎSTEHADê Serkan Ocak li ser çalakiyê got:

“Daxwaza me ya bingehîn ew e ku rêziknameya li dijî hiqûqê bi paş ve were kişandin.

Berê jî wezaretê rêziknameyên wisa bi paş ve kişandibûn.

Em ji Dadgeha Destûrê jî li benda biryarên li gorî hiqûqê ne lê beriya ku ev mijar biçe dadgehê, em dixwazin Wezareta Tenduristiyê dengê me bibihîze û di rêziknameyê de sererastkirinên hewce pêk bîne.”

Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê Rêziknameya Nû ya Wezareta Tenduristiyê wekî “rêziknameya eziyetê” bi nav dikin û dixwazin demildest were betalkirin û şert û mercên meaş û kar werin başkirin.

“Ewlehiya me ya kar ji destê me hatiye girtin”

Bijîşka Malbatê Fatma Orgelê jî anî ziman:

“Ez li Esenlerê bijîşka malbatê me û 20 sal in bijîşk im.

Ewlehiya me ya kar, bi rêziknameya ku hatiye derxistin bi tevahî ji destê me hatiye girtin.

Ji ber vê yekê em ji meha Çiriya Paşînê ve grevê dikin.

Me meha Çiriya Paşînê 3 rojan, Kanûna Pêşîn 5 rojan û Kanûna Paşîn jî 5 rojan dest ji kar berda.”

Greva bijîşkên malbatê di roja sisêyan de berdewam dike. Kedkar û karmendên tenduristiyê jî kar dan raweatandin û piştgirî dan grevê.

Hemû xebatkarên tenduristiyê ji bo rojekê neçûn ser kar.

Li ber Nexweşxaneya Taksimê jî çalakî hat kirin.

Karmenda Tenduristiyê û Endama Sendîkaya SESê Ferdane Çakir Doganê da zanîn:

“Yek ji daxwazên me yên pêşîn ew e ku rêjeya zêdekirina ji sedî 11,5 a ku ji karmendan re hatiye dayîn, dîsa were nirxandin.

Di rewşa heyî ya aboriyê de ev rêje têrê nake û em hemû karmendên dewletê di mercên pir zehmet de hewl didin bijîn.”

“Em nikarin heqê kirê, elektrîk û avê bidin”

Karmendê Tenduristiyê û Endamê Sendîkaya SESê Mehmet Emîn Yuşan anî ziman:

“Em ji bo mafên xwe li vir in. Loma me kar daye sekinandin.

Em nikarin heqê kirê, elektrîk û avê bidin.”

Li Tirkiyeyê derdora 26 hezar bijîşkên malbatê û 8 hezarî zêdetir jî Navendên Tenduristiya Malbatê hene.

Greva Bijîşkên Malbatê di navbera 6 û 10ê mehê de tê kirin.

Ji ber grevê li hin cihan xizmetên tenduristiyê rawestiyan.

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aboriyê û sîstema tenduristiyê, di nav 15 salên dawî de 20 hezar bijîşk çûne derve. Bijîşk ji ber şertên baş herî zêde diçin Almanyayê.