Li Stenbolê jineke Rihayî hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultangaziyê Stenbolê jineke ji Rihayê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li Sultangaziyê doh dema polîsan xwest otomobîla Engin Ç. rawestînin, ew ranewestiya û ji ber polîsan reviya.
Piştî reva demekê polîsan rê li ber otomobîla Engin Ç. girt û ew rawestand.
Di pişkînînê de termê hevjîna wî Ayşe Ç.yê ya Rihayî di otomobîlê de hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê termê Ayşeyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê û hevjînê wê Engin Ç. jî hat desteserkirin.
Heman rojê piştî nimêja nîvro li Mizgefta Taxa Yunus Emreyê ya Sultangaziyê nimêja cenazeyê ya Ayşe Ç.yê hat kirin û ji bo biaxspartinê termê wê şandin Rihaya Bakurê Kurdistanê.
Hat zanîn Engin Ç. û Ayşeyê li hev nedikir û di pêvajoya hevberdanê de bûn.