TEKÎRDAG - Ciwanekî Geverî bi darê ve daliqandî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çerkezkoyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê ciwanekî ji navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê mirî hat dîtin.

Li Taxa Baglikê ya Çerkezkoyê hinek welatiyên ji bo masîgiriyê çûbûn gola li navçeyê cenazeyê ciwanekî ku bi darê ve daliqandîbû dît û wan tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman cenaze ji bo karên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Tekîrdagê.

Di encama lêkolînan de diyar bû ku kesê ku mirî hatiye dîtin Fatîh Ozdemîrê 23 salî ye û ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye.

Hat zanîn ku Fatîh Ozdemîr 5 sal in li navçeya Çerkezkoyê dijî û malbata wî berî du rojan bi gumana ku winda bûye serî li navenda polîsan daye.

Ozdemir dê li navçeya Geverê bê veşartin û sedema mirina Ozdemir dê piştî lêkolîna otopsiyê diyar bibe.