EMEP û Partiya Çep: Niyeta hikûmetê ya çareserkirina Pirsa Kurd nîne
Stenbol – Nûnerên Partiya Çep û EMEPê diyar kir ku niyeta hikûmetê ya çareserkirina Pirsa Kurd nîne.
Li Tirkiyeyê partî û tevgerên çep, ji bo çarerseriya Pirsgirêka Kurd nîqaşên pêvajoya nû ji nêz ve dişopînin.
Piştî ku qeyûm li ser 3 şaredariyên Kurdan hat danîn, di nav siyaset û civakê de hêvî û bendewariya heyî belav bû û li ser aqûbeta nîqaşên “pêvajoya nû” pirs û guman zêdetir hatin rojevê.
Piraniya partî û tevgerên çep ê Tirkiyeyê, nîqaşên pêvajoya nû wekî lîstikeke nû ya desthilata Erdogan dibînin.
Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, ji Rûdawê re axivî û got, “Heger desthiladtar ji dil be divê pêşî qeyûman rake.”
Serokê EMEPê dibêje, divê Pirsgirêka Kurd di bingeha demokrasî, yasayî û hevwelatitiya wekhev de bê çareserkirin.
Partiya Çepê jî, dide zanîn ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd projeyeke cidî ya Erdogan û Bahçelî nîne û daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî wekî hewla guhertina rojev û Destûra Bingehîn dinirxînin.
Li aliyê din, partî û tevgerên çep ên wek TÎP, ESP, SYKP, EHP, SODAP, TOP û SMF piştî danîna qeyûman ji bo piştgiriya DEM Partiyê bikin serdana Mêrdîn, Batman û Xelfetiya Rihayê kirin.
Partiya Kedê EMEP, li Parlamentoya Tirkiyê xwedî 2 kursiyan e. Serokê EMEPê Seyît Aslan, da zanîn ku divê Pirgirêka Kurd di bingeha demokrasî, yasayî û hemwelatitiya wekhev de bê çareserkirin.
“Divê girtiyên siyasî bên berdan”
Serokê EMEPê Seyît Aslan li ser pêşhatên pêvajoyê wiha got:
“Em gelekî girîngiyê didin axaftin, nîqaşkirin û pêşniyarên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd.
Em ji aliyê destûriyê ve wekheviyê dixwazin. Ji bo ev pirs bê çareserkirin, lazim e pêşî dewlet û desthilata heyî hin pêngavan bavêje.
Lazim e operasyon demildest raweste. Qeyûmên li ser şaredariyan bên rakirin û girtiyên siyasî ên Kurd jî bên berdan.”
Partiya Çep yanê bi navê xwe yê berê ODP jî, dide zanîn ku ji bo çareseriya pirsa Kurd projeyeke cidî ya Erdogan û Bahçelî nîne û van pêngavan ji bo guhertina Destûra Bingehîn dinirxîne.
“Niyeta çareseriyê nîne”
Serokê Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çep Kemal Koç jî wiha got:
“Rejîma qesrê ev demek e di tengasiya aborî û siyasetê de ye. Ji bo karibin xwe rizgar bikin pêngavên wiha davêjin.
Em dibînin ku di pêvajoya nû de behsa hemwelatitya wekhev û perwerdeya bi zimanê zikmakî nayê kirin.
Meriv nikare rewşê wekî pêvajoya aştiyê binav bike. Niyeta wan a ji aştiyê çareseriyeke ewlehiyê ye.”
Beşeke partî û tevgerên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê di nav Kongreya Demokratîk a Gelan HDK û Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digrin û di gelek mijaran de bi DEM Partiyê re tevdigerin.
Divê were gotin, partiyên wekî TÎP, ESP, SYKP, EHP, SODAP, TOP, Halkevleri û SMFê piştî danîna qeyûman ji bo piştgiriyê serdana Mêrdîn, Batman û Xelfetiya Rihayê kirin.