Pervîn Buldan: Pirsa Kurd li benda çareserkirinê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li bajarê Tekirdag yê Tirkiyê derbarê pirsa Kurd de axivî û got: “Bi tunehesibandina Kurdan û pirsa Kurd ev pirs nayê çareserkirin. Em dixwazin ji vir bi tayebetî vê yekê bînin bîra hikûmeta AK Partiyê.”   

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Yekşemê 7ê Mijdara 2021an di mîtînga Banga Demokrasiyê ya partiya xwe de li bajarê Tekirdag yê Tirkiyê li ser geşedanên dawî yên li Tirkiyê, rewşa aborî ya li wî welatî û pirsa Kurd axivî.

Hevseroka HDPê amaje bi wê yekê kir ku pirsa Kurd li benda çareserkirinê ye û diyar kir: “Bi tunehesibandina Kurdan û pirsa Kurd ev pirs nayê çareserkirin. Em dixwazin ji vir bi tayebetî vê yekê bînin bîra hikûmeta Ak Partiyê.” 

Pervîn Buldan wiha got: “Çi ne pirsgirêkên vî welatî? Pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî hene. Lê pirsa herî mezin a vî welatî pirsa Kurd e. Lê di heman dem de pirsa Elewiyan û pirsa jinan e. Pirsa wan kesan e ku li vî welatî tên çewisandin û cihêkirin. Em dixwazim ji vir bang li wan kesan bikin ku dibêjin pirsa Kurd nîne û me ji mêj ve çareser kiriye; pirsa herî mezin a vî welatî pirsa Kurd e û li benda çareserkirinê ye. Hûn çiqas bibêjin tine ye jî ji holê ranebe.”

Ev gotinên Hevseroka HDPê di demekê de ne ku doh Şemiyê 6ê Mijdara 2021an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li parêzgeha Êlihê ya  Bakurê Kurdistanê derbarê pirsa Kurd de gotibû: “Welatên Rojava ji me re çi digot; ‘Şoreşeke bê deng kirin.’ Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên sedsalî, bi taybetî jî ji bo serbestkirina axaftin, stran, xwendin û nivîsandina bi kurdî me gav avêtin.”

Derbarê “proseya çareseriyê” de Erdogan gotibû: “Ew proseya ji dil ku me hemû rîsk li ber çavan girtibûn û me guh nedabû her cûre rexneyan bi hilbijartina çek û xwînrijadniana rêxistina terorî bê encam ma.”