Derbarê kesên êrişî karkerên Kurd kiribûn de biryar hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Sakaryayê derbarê wan kesên êrişî karkerên Kurd kiribûn biryar da; du kesên ku bira ne bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Derbarê her du kesên êrişkar ên bi navên K.C û H.C ku bira ne, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê ve bi tohmeta `gefxwarin û birîndarkirinê` biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Ew kes îro, 07.09.2020, piştî karûbarên li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin û di yekem rûniştina dadgehê de derbarê herdu kesên êrişkar de bi mercê kontrola edlî biryara azadkirinê hat dayîn.

Çend roj berê hejmareke karkerên Kurd li bajarê Sakarya yê Tirkiyê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibûn.

Piştî êrişê karkerên Kurd ku piraniya wan zarok û jin hejmara wan 16 kes bû û ji bo karê berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê, vegeriyabûn gundê xwe yê li Mêrdînê.

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê wek yekem dezgeha medyayî derbasî gundê bi navê Kelekê bûbû li Şemrexa Mêrdînê û wan karkeran behsa êrişê kiribûn û serpêhatiyên xwe ragihandibûn.

Jin û zarokên ku rastî êrişê hatibûn ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak re aşkere kiribûn ku wê grûpa nijadperest bi das û biviran û bi heqaretên li dijî Kurdan êrişî wan kirin.

Ew êrişa li ser karkerên Kurd karvedanên mezin li pey xwe anîn û gelek aliyan nerazîbûna xwe nîşandan.

Herwiha şandeke partiyên di nav Tifaqa Kurdistanî de îro xwestin biçin gundê Kelekê û serdana wan karkerên ku rastî êrişê hatibûn bikin lêbelê hêzên Tirkiyê bi hinceta tedbîrên “rêlibergirtina belavbûna vîrusa Coronayê” rê nedabûn ew şand derbasî gund bibe.