Ji bo xweşik bibe çû Stenbolê, termê wê vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) – Jina ji Spanyayê ya ku li Stenbolê emeliyata bedewiyê kir, piştî emeliyatê mir.

Jina bi navê Perla Virginia Baez Garay a 42 salî ji bo ku çend emeliyatên bedewiyê bike ji Madridê çû Stenbolê.

Li gorî nûçeya DHAyê, Perlaya dêya 2 zarokan 5ê Tebaxê li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê çend emeliyatên cuda yên xwexweşikkirinê kirin.

Perla piştî wan emeliyatan li nexweşxaneyê nexweş ket.

Xebatkarên nexweşxaneyê jina ku bêhna wê diçikiya rakir beşa nexweşiyên giran lê ew ji mirinê nefilitî.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Termê Perlayê piştî kar û barên otopsiyê radestî malbata wê hat kirin û dê termê wê li Spanyayê were veşartin.