Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ew heyamek bû destûra serdanê ne dihat dayîn îro  bi wî re hevdîtin kirin.

 

Buroya Asrin Hiqûqê ragihand ku wan îro bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. 

 

Li gor daxuyaniya Buroya Asrin Hiqûqê  ji parêzerên Ocalan,  parêzer Newroz Uysal û parêzer Rezan Sarica hevditin pêk anîne.

 

Di daxuyaniya buroyê de wiha hate gotin: "Du parêzerên buroya me   Newroz Uysal û Rezan Sarica îro (07.08.2019) li gel Birêz Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîn."

 

Piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destûra serdanê nedihat dayîn.