HUDA PAR kongreya xwe li dar dixe: Yapicioglu namzed e

Hewlêr (Rûdaw) - Kongeraya Mezin a Asayî ya Pêncan a HUDA PARê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê tê lidarxistrin.

Kongreya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) bi dirûşma “Pergaleke Adil Parvekirineke Heqane” tê kirin.

952 delegeyên HUDA PARê yên ku dê di kongreyê de deng bidin û nûnerên hinek partî û saziyên sivîl beşdarî kongreyê dibin.

Li hola kongreyê pankartên “Pêşî Însan, Pêşanî Edalet” û “Sîstema Adil Parvekirina Bi Heqî” hatin daleqandin.

Her wiha posterên Şêx Seîd û Seîd Nursiyê Kurdî jî li salonê cihê xwe girt.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcoglu careke din bû namzed.