Li Stenbolê 697 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê di encama lêgerîna tîmên ewlekariyê de 697 koçber hatin desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Stenbolê bi beşdarbûna tîmên ewlekariyê li seranserê parêzgehê dest bi lêkolînê kiriye.

Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Rêveberiya Şaxa Bendera Deryayê 53 beleme hatine kontrolkirin û di encam de 697 koçber hatine desteserkirin.

Koçberên hatine desteserkirin piştî karûbarên yasayî bo Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin şandin û hatine dersînorkirin.

Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 197 koçber hatin dersînorkirin û bo welatên wan hatin vegerandin.