Hulusî Akar, Sergey Şoygu derbarê Rojava de axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu peywendiyeke telefonî pê anîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta berevaniya Tirkiyê, di peywendiyê de operasyona leşkerî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye plankirin hatiye nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tirkiyê, Akar ji Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Şoygu re behsa geşedanên li Rojava "çalakiyên bi armanca têkbirina aramiya li herêmê zêde bûne" û "bersiva pêwîst wê bê dayîn" û hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmê “nayê qebûlkirin” kiriye.
Herwiha Akar gotiye ku divê pabendê lihevkirinên berê yên di vê mijarê de bin.
Ji bo Ukraynayê agirbest hat xwestin
Hat ragihand di peywendiya telefonî de mijarên parastin û ewlehiyê yên dualî û herêmî bi taybetî Ukrayna û Sûriye jî hatin gotûbêjkirin û Akar bal hat kişandiye ser girîngiya ragihandina agirbestê ya lezgîn.