Disney Plusê ji rêzefilma Şingalê yekem fragman belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Disney Plusê fragmana rêzefîlma Tirkî ya bi navê "Rev / Kaçiş" ku behsa serpêhatiyên rojnamevanên ku di dema êrîşa DAIŞê de çûne Şingalê dike, weşand.

Disney Plus, platforma weşana dîjîtal a Kompanyaya Walt Disney e ku dê di 14ê Hezîranê de li Tirkiyê dest bi weşanê bike, ji rêzefîlma bi Tirkî "Rev / Kaçiş" ku behsa trajediya mirovî ya li Şingalê û serpêhatiyên rojnamevanan dike, yekem fragman parve kir.

Hesaba Twitterê ya Disney+ Tirkiye bi nota "Em te dibihîsin" fragmana yekem a rêzefîlmê belav kir.

Lîstikvanên rêzefîlmê

Di rêzefîlmê de ku lîstikvanê navdar Engîn Akyurek hem çîroka filmê nivîsandiye û hem jî di rola sereke de cih girtiye, bi rêya grûpeke rojnamevanên ketin destê DAIŞê behsa rewşa Kurdên Êzidî dike.

Fîlm ji aliyê “O3 Medya û Same Film” ve hatiye çêkirin, senaryoya fîlmê ji aliyê Alî Dogançay ve hatiye nivîsandin.

Dehênerê fîlmê Yagiz Akaydin e û lîstikvanên weke Engîn Akyurek, Îrem Helvacioglu, Aziz Çapkurt, Onur Bay, Leyla Tanlar, Aras Aydn, Levent Ulgen cih girtine.

Mijara filmê

Fîlma Rev;  bi çîroka serdana wênegirê şer Mehmet û grûpeke rojnamevanên ji welatên cuda bo Şingalê dest pê dike.

Di rêzefîlmê de behsa wê yekê tê kirin ku koma rojnamevanan ku bi dizî sînor derbas kirine, di encama serdegirtinê de dikevine destê DAIŞê û paşê ka çawa direvin.

Rêzefîlma ku bi perspektîfeke cûda li drama mirovî ya li herêmê dinêrê dê piştî 14ê Hezîranê tenê li Disney Plus were weşandin.