Tirkiye: Em piştgiriyê didin birêvebirî û xelkê Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî got, “Piştgiriya me ya ji bo xelk û birêvebiriya Sûriyeyê berdewam dike.”

Li Sûriyeyê li herêmên Elewiyan şer û pevçûn giran dibin.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî bi rêya hesabê xwe yê Xê posteke bi sernavê “Derbarê Rûdanên li Laziqiye û Derdora Wê” belav kir.

Oncu Keçelî amaje bi bûyerên li Laziqiyeyê da û diyar kir ku ew li dijî hemû wan çalakiyan in ku aramiya Sûriyeyê dikin hedef.

“Nabe destûr were dayîn”

Keçelî got ku li Sûriyeyê ji bo avakirina ewlehî û aramiyê hewldaneke zêde tê dayîn û “alozî û hedefgirtina hêzên ewlehiyê yên li Laziqiye û derdora wê” dibe ku zererê bide hewldanên ku Sûriyeyê ber bi yekîtî û hevgirtinê ve dibin û berdewam kir:

“Nabe destûr were dayîn ku ev provakasyon bibin gefek li ser aramiya Sûriye û herêma me.

Em li dijî her cure çalakiyan in ku mafê gelê Sûriyeyê yê jiyana di nav aştî û refahê de dikin hedef.

Tirkiye dê li ser piştiriya xwe ya bi gelê Sûriyeyê û birêvebiriya wê bimîne.”

Berav difûre

Sûriyeya ku ji sala 2011an ve ji nav dest û lepên şerekî xwînrij nefilitiye dîsa difûre.

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 70 kes hatine kuştin.

Piştî gurbûna şer li Laziqiye, Tertûs û Himsê qedexe hat ragihandin û birêvebiriya nû ya Şamê gelek hêzên leşkerî şandin van deran.

Li ser torên civakî gelek vîdeoyên şer tên belavkirin ku li bajarên Elewiyan hatine girtin.